TUDHALIYA IV (relîefê Hattusa)
ZIMANÊ XELKÊ HATÎ
(Hettiter)
Zimanê Hettîtî ew nîşaneya ku herî zêde tê bikaranîn
e (li Hettiter binêre, îlawaya
tekamilkirinê), ji bo zimanê fermî yê Dewleta Hattî, ya ku ekserîyeta ew
tekstên nivîsên bizmarî, yên li Boğaz Köy, pê hatine nivîsandin. Tevlî wê yekê
jî, ew tekst nîşanî me didin ku ne tenê ew ziman bû ku li welat dihat
bikaranîn. Statuya wî zimanî, ya polîtîk û kulturî xwe li ser naskirinek esasî
a zimanê sumerî dida ferzkirin, latînîya wê demê û babilyonî, fransîya Asya
Pêşîn û giringîya wan zimanan zêde dibû, wê çaxa ku nivîsa bizmarî bo zimanê
welat kete meryetê, wek bê çawa du şiklên, awayên nivîsê bi hevdu re di zimanê
babilyonî de dihat bikaranîn, hem gotinên semîtî bi îdogramê sumerî re dihatin
guhertin û her gotinek wek îdeogramek dihate bikaranîn, hem nivisîna hêceyan,
bi wî awayî ew nivîsyarên hettiti zimanê xwe yê zikmakî teswîr dikin, hem bi ew
gotinên xwe di nivisîna hêceyan de, û hem jî bi peyvên babilyonî û sumerî wek
îdeogram ji bo ew ên xwecîh, bo nimûne (kursiv = babilyonî an jî sumerî): a-bu-ia kuva-bi ilim lim iś kat-at III Ar-nu-an-da-áś-ma-za-kán ahi-ia a-na iş gu-za a-bi- śu e- śa-at ”wê çaxa ku bavê min bû
Xweda (=mirî), Arnuvandas; wê xwxta birê min li ser textê bavê min rûnişt”. Ev
mekanîzma zehmet û giran lêkolîna ziman ferz dike, û wek fêkîyê wan, divê ew
xiznaya gotinan were dîtin, yên ku li Boğaz Köy hatin dîtin û yên ku bi
gotin û îdeogramên babilyonî û sumerî dagirtî bûn, û dîsa bi yên xwecî, yanî bi
gotin û îdogramên hettitan jî. Ji ber ku mahneya ew ên pêşî wek qaîde baş
tênaskirin, ekseryetê caran naveroka giştî a tekstê dikare bi rêya ew hejmarên
zêde yên gotinên ku di nav tekstê de hene were tayîn kirin, ya ku ew jî dibe
destpêka zemîna wergerê ji bo ew gotinên hettita, lê belê ji alîyekî din ve jî,
bi wî awayî tibabek pir mezin ji ew gotinên hettitan yên herî zêde tên
bikaranîn ji bo me nixumandî dimînin, ji ber ku ew bi tevayî bi awayekî
îdeogafîk hatine nivîsandin. Ji xeynî ew zimanên ”ilimdara”, li kêleka
ew ên resmî, bireke zimanên pirreng yên xelka li Asya Piçûk dihatin xeberdan, ew
yek herî zêde di tekstên pîroz de tên tespît kirin, ji ber ku Xwedawendekî
herêmî hebandin û îbadeta xwe bi zimanê xwe yê herêmî didan dom kirin, herweha
pişt re ew di peyker û abîdeyên Xwedayê herî mezin (panteon) yê dewletê de
dihate qeyd kirin. Di yekî din de, wekî din, tekstek pîroz ku bi zimanê fermî
hatîye nivisîn, mirov dikare bo nimûne leqay destûrnameyekê bibe, ku stranbêjek
wê bi hat-ti-li bistirê, ”bi
zimanê hatti” û piştî wê, ristên bi temamî bi zimanekî xerîb li dû tên. Bi
wî awayî ji dervî ew ê resmî, ne kêmî pênc zimanên nû dikaribû tarîxa wan were
tesbît kirin: 1) zimanê hatti (hettiti), 2) zimanê harri, 3)
zimanê luvi, 4) zimanê bala (baläiska), 5) zimanê mandî (mandiska). Tiştê xerîb
ku mirov ne li bendê bû, yanî ew yek xwe wilo nîşan dide ku ”zimanê
hettiti” li welatê Hatti bixwe
dihat maneyek din, ji ew zimanê fermî, yê ku me ji xwe re kiribû adet ku wilo
bi nav bikin. Navê wî zimanî çi bû, hêja ne diyar e; Forrer wî wek zimanê
kanîsî ”kanisiska” bi nav dike, ji ber bajarê Kanîs. Ew da xuya kirin ku, ew bi
temamî eynî wek zimanê di du nameyên mîrê Arzawa de bûn (li nameyên Arzawa binêrin, îlawaya tekamilkirinê), yên ku di nav
ew keşifên Tell el Amarna de peyda dibin û yên ku ji alîyê Knudtzon, Torp û
Bugge ve li ser wan tê xebitandin (1902). Wan destnîşan kirin ku ew ziman aîdî
ew grûpa hindûewrûpê ye, dîtinek ku wê demê zêde deng veneda. Piştî ew keşifên
mezin yên li Boğaz köy (1906), xebata deşîfrekirinê bi awayekî cidî ji alîyê
asûrîlogê çekî Fr. Horozny ve, ji nû ve hate destpêkirin. Di ”Mit-teilungen der
Deutschen orientgesellschaft” de, ji bo december 1915, wî dikaribû raporek ji
pêşxebata xwe ya hewildana wergerê pêşkêş bike, ya ku xuya kir ku ew ji nezera
fîlolojî ve jî bikêrhatî bû, ji bo berdewamîya xebatê. Ew tiştê herî balkêş, yê
di rapora wî de ew bû ku wî ji nû ve dest bi xebatê kir û hewil da ku bi detay
hîpoteza xwe ya di derheqê ”zimanê hettiti” de îsbat bike, wek zimanekî
hindûewrûpê, ya ku wî neqlî grûpa-centrum
kir, û berî hertiştî bi îtalî û keltî re dan ber hev. Dîtinên wî di wê
berhema bingehî de, bidetay û delîlan hatiye nîşandan: ”Die sprache der
hethiter” (1916 – 17). Ew teorîya Horozny a hindûewrûpê bû mijara li dij
derketin û nîqaşên sert û bîguman wî xebatên xwe, ji hêla etîmolojîk ve ne bi awayekî
profesyonel dikir, lê belê dîtina wê ya di derheqê afirandina esasê ziman, yê bi
hindûewrûpî re, wilo xuya dike ku ew hema hema ji binî ve guhertinekê têde
çêdike û ew yek wek prensp ji terefê ekseryeta lêkolîneran ve tê qebûl kirin. Bi
wê minasebetê, tiştê tayînker ew struktura gramatikê ye; bi rastî xizneya
gotinan întibayek gelekî xerîb çêdike, lê belê, bêşik ew di bin tesîra zimanê
xelkê li wir yê kevnar, yê ne hindûewrûpê de hatibû hiştin. – ”zimanê hettiti”
xwedîyê van vokala (dengdêr) ne: a, e, i,
u, û belkî jî o, û evan konsonanta (dengdar) ne: labialek di derheqê b de nexuya ye, (labial = dengê ziman,
yê ku ji lêvekê an jî ji herdu lêva peyda dibe, yanî denê lêva), yan jî p; d, t (di nivîsê de ji hevdû ne
veqetandî ne); g, k (eynî têbînî); h (mimkun e ku du deng be, h û
dengê-ach); m, n; l, r;
s (hertim bi ew îşaretên babilyonî tên nivîsandin, ji bo ś), z (affrikatek ´affrikata´ , mimkun e ku ts, wek qaîde ji dengê –t peyda
dibe); j, v, (u). Di nomînel
de maskulîn e û formel bi femînîn re li hev dikin, lê belê neutrum hatîye
mihafeze kirin; 6 kasus tên ferq kirin: 1) nomînatîv, di yekhejmarî de bi suffixa-s (paşpirtik) re, pirhejmar-ês; 2) genîtîv: yekhejmar-as, pirhejmar-ás; 3) datîv: yekhejmar-i,
pirhejmar-ás; 4) acusativ: yekhejmar-n, pirhejmar-us; 5) ablativ: yekhejmar-az,
pirhejmar wisa xuya ye ku -áz; 6)
instrumentalis: -it. Bi îstisnaya n:r
bi vî awayî 5 û 6 bi sîstema kasus a klasîk ya hindûewrûpê re li hev dike, û
dîsan bi peydakirinên nû re. Kokên ji bo –a
hene (= ew –o- yên kevn û kokên
-á-), -i, -u û konsonant; neutra di
nomînativan de, yekhejmarên ackusativ bê suffix (paşpirtik), di nomînatîv
ackusatîv pirhejmar de suffîxa –a li
ba kokên vokala, û li ba kokên konsonanta bê suffîx, lê belê koka vokala dawî
tê dirêjkirin. Yê ku balê dikşîne û ji bo kokên hindûewrûpê hurt îsbatkirina
peydabûna guhertina dengê vokala (avljud) ne û heteroklisi (tewandina gotinan) di
deklinationan (tewandina nav, navdêr û dengdêra) de: idálus ´xerab´, neutrum idálu,
dativ yekhejmar idálavi, nominativ
pirhejmar idálavês neutrum idálava; ´av´ neutrum, hewa, genitiv, vedenas, pirhejmar nominativ, ackusativ vidár, bi ew heteroklisi ya tîpîk a di yûnanî de vdcop genitiv vöarog (<
* udn-t-os bi t dirêjkirin), bi
siwêdî vatten (av), lê belê vätter-n, ji ber ku Wasser, ya ku eynê wek ew gotinên
”zimanê hettiti” ne. Pronomina (cînav) ug
`ez`, ammug `min` zig `tu,`, tug `te`, uês `em`, anzás `em`, sumês `I´; formên enklitisk: mu
`min`, annas `em`, -ta, tu `tu,te`, -smas `we`; sas `ew`, si `ew, wî`; -mis, -mit `yê min, ya min`, -tis,
-tit `a te, ê te, yên te`, -sis, -sit
`yê wî, yê xwe`; kuis `kî, kê`, kuit `çi`, kuiskuis `kî jî, kê jî`, quisquis`; kuvabi `wira li wira, hingê, dema ku` (bi si-kubi ya latînî re miqayese bike). – Lêker: ês- `bûn`: dema nuha 1. Êsmi (2.
* es-si) 3. Es-zi, pirhejmar 1. Êsueni
2. Êsteni 3. Asanzi; preteritum (dema borî) 1. Êson 2. Êsti, -a 3. Êsta (muhtemel telafûz êst), pirhejmar 1. Êsuen 2. Êsten 3. Êsir (ji bo vê suffixê (paşpirtik) bi fuê-re ya latîni re miqayese bike);
împerativ (forma fermanî; wer! bazde!) 2. Ês
3. Êstu, pirhejmar 2. Êsten 3. Asantu. Bi formên pê dan nasînê, bo nimûne; vahnu-mi `ez dorpêç dikim` ( bi öefa-vv-[u ya yûnanî re
miqayese bike); mimkun e ku –sk- zêde
normal e, ya ku bi formên din re jî tê girêdan, bo nimûne; vahnuzi: vahnuskizi `ew dorpêç dike` (bi yûnanîya homer.
qpKvye: cpEvyeoxs re miqayese bike).
Konjugationek (awayê lêker tewandinê) ku hê baş ne hatiye îzeh kirin, gelek
suffixên ne wek hev nîşan dide: presens (dema nuha) 1. –hi, 2. –ti 3. –i û hwd. Formên pasîv, (an jî nîvpasîv)
herweha bi evan suffixên ha re; di şexsê sêyem de; dema nuha yekhejmar –(t)ari, pirhejmar antari, imperativ (formê fermanî) yekhejmar –(t)aru, pirhejmar –antaru, yanî
bi wan suffixên mediala r- ên îtalî û
keltî re wilo tîpîk in, nuha herweha di zimanê tokharî de jî hatine keşif
kirin. Infinitiv (formê ewil yê lêker) bi –ovar:
ijaovar ve `kirin, çêkirin`; particip (formê lêker yê rengdêrî) bi –an, -anza (telafûza muhtemel –anz < -ant-s), bi cpéQcov a yûnanî
re miqayese bike, bi latînî ferens, lê
di ”zimanê hettiti” de hertim bi maneya pasîv. – Di nava ew zimanên ku
li Boğaz köy hatine keşik kirin de, dibe ku zimanê lûvi (luviskan) bitenê diyalektek
ji ew zimanê resmî be. Zimanê Hatti (ew zimanê hettita yê rast;
Forrer: protohattiska, yanê zimanê hatti yê kevnar) dîyar e ku ne
zimanekî hindûewrûpê ye, bi eynî awayî, bi vê hincetê ne xizmê zimanê harri
ye (harriskan), ya ku ji alîyê din ve ew eynî wek mîna zimanê Mîtanî ye (ji
nameyek Amarna tê naskirin). Xelkê Mandî (mandiska) bi Zimanê Mandi xeberdidan,
êlek arî (ne dûr e ku ew Medî bûn), yên ku çîna bilind (arîstokrat) li Mîtanî
ava kirin, lê belê herweha şaxek ji wan li Dewleta Hatti jî hebûn. Ji wî
zimanî (Zimanê Medî) koka navên van Xwedawendan: Mîtra, Varûna, Îndra û
Nästaya, peyda bûne (li Hettiter
binêre, îlaweya tekamilkirinê), û qismek gotinên, îfade kirinên meslekî yên
hippologik (hippologi = zanista di derheqê hespan de), yên ku di tekstên Boğaz
köy de hatin bi dest xistin û yên ku di derheqê xwedîkirina hespan de bûn û
dîsan ya ku da xuya kirin ku ew safî zimanê arî (ariska) bû, bo nimûne; aika-vartanna `dewrek, tûrek` (li
meydana cirîda hespa), panza-vartanna `pênc
dewr`. Bi kîjan zimanî tekstên Hîeroglyf hatine nivisîn, hê tu qerarek di
derheqê wan de ne hatiye dayin. Ew Hîeroglyfên ha, nivîsên netewî yên hettita
ne û ew hertim li kêleka nivîsa bizmarî ji bo armanca çêkirina peyker û
abîdeyan dihat bikar anîn.
Lîteratur, çavkanîyên nivîskî :
J. Friedrich, ”Die hettitische sprache”,
J. Friedrich, ”Die hettitische sprache”,
Û E. Forrer, ”Die inschriften und sprachen
des Hattireiches”,
des Hattireiches”,
Herdu jî di ”Zeitschr. Der Deutschen
morgenländischen
gesellschaft” 1922 de;
gesellschaft” 1922 de;
Wekî din li G. Contenau, ”Elêments de
bibliographie
hittite” (1922) binêre.
hittite” (1922) binêre.
H. S. N.
Çavkanî: Nordisk familjebok Uggleupplaga (1924)
Rûpel: 391-393
Rûpel: 391-393
Wêne: Wîkîpedîa îngilîzî
Werger ji siwêdî:
Key Xusre (2019 01 09)
Key Xusre (2019 01 09)

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar